Serokê YNK: Dûpatkirina Kurdistanîbûna deverên veqetandî waneykî dîrokî ye
Piştî serkeftina mezin ya YNK`ê di hilbijartinên encumena parzgehan li deverên veqetandî, ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wek hêza yekemîn serkeftin bidest xist, Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî peyamek ji bû Kurdistaniyên deverên veqetandî belav kir û eve naveroka peyamê ye:
"Kurdistaniyên xweşewîst li Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Mexmûr, Neynewa, Şengal û Duzxormatû, em pîrozbahiya serkeftina hilbijartinan li we dikim û şanaziyê bi wê ruhiyeta neteweyî û nîştîmanîbûna we dikim ku we di roja hilbijartina encumena parêzgehan de nîşan da û we şanaziyekî din di dîrokê de nivîsî.
Dûpatkirina kurdistanîbûna deverên veqetandî û hilbijartina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wek nûnerê rasteqîne yê xwe, waneyekî dîrokî ye û em jibîr nakîn. Erk û berpirsyartiya me ye ku em li hemberî dilsoziya we wefadar bîn û li hember berxwedana we em xizmeta we bikîn. Ewa ku Serok Mam Celal ji bo Kerkûkê kir ji xizmetkirinê û kûrkirina wekheviyê û pêkvejiyanê, emê dirêjiyê pê bidîn û li ser şopa wî de emê gavan bavêjîn.
Em spasiya taybet ji dengderên xwe dikin ji hevnîştimaniyên me û tevahî netewe û pêkhateyên din ku `hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me` hilbijartin, ez we dilniya dikim ku li cihê hêviya we û dilsoziya we bim. Her weha hewl û xebata kadirên me bilind dinirxînin di rojên bangeşeya hilbijartinê û dengdanê de û rêzên xwe arasteyî wan dikim.
Divê qonaxa nû ya xebata me, gav avêtin berev kûrkirina aştî û avadaniya zêdetir li deverê, em dest bi çepke gula Serok Mam Celal bigrîn û rêz li hemû bîr û boçûnên cuda bigrîn , pêkve li gel birayên Ereb bi şî`e û sune, birayên Turkman û hemû netewe û pêkhateyên resen yên din kar bikin ji bo avakirina pêşerojeke geştir ku xelkê me yê xweşewîst çaverêya xizmeta zêdetire û jiyanekî hêja û bi rumet ji me dikin û em jî soz didin ku xemsariyê nekîn û di xizmeta wan de bîn.
Divê qonaxa nû ya karkirina me, gav avêtin be bi arasteya kûrkirina aştî û avadanî û pêkve berev xizmeta zêdetir û serkeftina mezintir."
Bira û dilsozê we
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
XELAt