Serokê Fraksiyona YNKê: PDK li dijî vegerandina mûçeyê paşekeftiye

Serokê Fraksiyona YNKê: PDK li dijî vegerandina mûçeyê paşekeftiye

Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Herêm Kemal Axa ragihand, tenê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê li dijî vegerandina paşekefta mûçeyê fermanberên Herêmê ye.

Herêm Kemal Axa got, berevanîkirin û parastina mafên xelkê û mûçeyê fermanberan karê me yê serekeye  û her madeyeke ku ziyanê bigihîne gelê Herêma Kurdistanê, em weke Fraksiyona YNKê piştgiriyê nakin.


Her wiha got jî: Em daxwaza wekhevî û dadperweriyê di navbera parêzgehan de dikin û bi tundî piştgiriya dabînkirina mûçeyên paşekeftî yê fermanberan dikin, heta niha tenê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaza rakirina wê bendê kiriye.


Serokê Fraksiyona YNKê diyar jî kir, encûmena nûneran ya Êraqê di rûniştina duh de 22 made derbas kir û ew hewl didin yên mayî jî temam bikin.