Daxwaza bi parêzgehbûna Şengalê tê kirin

Daxwaza bi parêzgehbûna Şengalê tê kirin

Xelkê Şengalê dibêjin Şengal bajarekî kevne li parêzgeha Nînuwa û Êraqê bi giştî û bi mebesta xizmetkirina zêdetir ji deverê re daxwaza wê yekê dikin ku Şengal bibe parêzgeh.

Her weha welatiyên Şengalê giliyê wê yekê dikin ku bajarê wan ji aliyê hikûmeta navendî ya Êraqê ve hatiye paşguhxistin.

Di vê derbarê de berpirsê berê yê Malbeda15`ê ya rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê (Cemîl Xidir) got: Çendîn car bi rênmayên serkirdayetiya (YNK)ê me li encûmena parêzgeha Nînuwa daxwaz kir ku Şengal bibe parêzgeh û budceyek xwe ya taybet hebe bo xizmetkirina deverê.

Diyar jî kir ,ev çend salin bi ser jenosîda Şengalê ya 2014`an derbas bûye lê hêşta xelk koçber û derbedere û hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî jî li ser rewşa Şengalê xemsar nêzîk dibin.

Cemîl Xidir anî ziman û got; Şengal sala 1922`an bûye qeza û 120 kîlo metir dikeve rojavayê Musilê, her weha ji ber giringiya erdnîgariya wê ewqas zulm û stemkarî li Şengalê û xelkê Êzidî hatiye kirin.

Ew yek jî aşkira kir ku, metirsiya dagirkirinê li ser gund û navçeyên Êzidî heye li Şengalê ji ber wê jî vegerîna koçberan çareseriyek başe û giringe bo parastina Şengalê û axa Herêma Kurdistanê.

Jêder: Rojnameya Kurdistanî Nwê