Şandeke YNK`ê beşdarî di cejna Cema ya Êzdiyan de kir

Şandeke YNK`ê beşdarî di cejna Cema ya Êzdiyan de kir

Şandeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê bi serokatiya endamê encûmena serkirdayetiya YNK`ê Aras Mihemed Axa û bi hevalîniya şandeke Malbenda Nînewa û kadroyên deverê li perestgeha Laleş li navçeya Şêxan beşdarî di cejna Cema ya Êzdiyan de kirin.

Di wê serdanê de ya ji bo perestgeha Laleşê ji aliyê Mîrê Êzdiyan û rûsipî û kesayetiyên Êzdî ve hatine pêşwazî kirin.

Şanda YNK`ê pîrozbahiyên Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî û serkirdayetiya YNK`ê gihandin xwîşk û birayên Êzdî û hêvî xwestin hertim di cejn û xweşiya de bin û ragihandin ku YNK`ê hertim piştgîr û piştevanê Êzdiyan kiriye û dike û ji bo xizmetkirina wan jî yê amade ye.

XELAT