Festîvala Efrîn ya Şêwekarî li Almanyayê birêveçû
Bi amadebûna hêjmarek mezin ji hunermend û şêwekar û rewşenbîran Festîvala Efrîn ya Şêwekarî li bajarê Esen ya Almanyayê birêveçû.
Di festîvalê de, zêdetirî 60 hunermendên şêwekar ên Kurdistanê û biyanî beşdar bûn, her weha hêjmarek ji tabloyên hilbijartî ji aliyê komîta amadekar ve hatin nîşandan û karê destrengînî ji kelepora Kurdî ya resen hatine nîşandan.
Festival bi semîner û stranan û komên dîlanê yên taybet bi herêma Efrînê berdewam bû. Her weha ji 156 tabloyên şêwekariyê 4 tablo ji aliyê komîteya nirxandinê ya festîvalê ve hatin hilbijartin ji bo xelat kirinê.
Rojnamevan (Hêva Ehmed) ku wek mêvan di festîvalê de amade bû ji malpera Xelatê re diyar kir ku, Festîvala Afrînê ya Şêwekarî bi beşdariya zêdetir ji 1000 kesî destpê kir , her weha sê kes ji aliyê malbata festîvalê ve hatin xelat kirin ew jî hunermenda şêwekar Nesrîn Serxoşî û hunermendê şêwekar yê navdar Înayet Etar û helbestvanê kurd Perîşan Hemo bûn.







XELAT
