Silêmanî: Yekemîn Kernevala Werzişî Ya Efrînê birêve diçe
Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye lidarxistina kernavala werzişî ku bi Kernevala Werzişî Ya Efrînê bi nav kirine da ragihandin.
Di wê bare de, Serokê Encumena Penaberên Rojava-Sûriye Hozan Efrînî ji malpera Xelata Kurmanca re ragihand; Me li gel tîpa werzişî ya Kurdaxê dest bi projeya kernevaleke werzişî kir ku di xizmeta ciwanên kurd de be û wek pêngaveke werzişî ji civaka penaberên kurdên Rojavayê Kuridstanê re be.
Efrînî aşkire kir ku wan weku Encumen bang li hemû kanalên ragihandinê (dîtbarî, deng, xwendin û elektronîk) li bajarê Silêmaniyê û derdora wê kirine taku ji bo beşdarbûna li yekemîn Karnavala Werzîşê ya Efrînê.
Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Hozan Efrînî wiha pêde çû: Bo cara yekem karnavala werzîşê ya fermî bi navê yekemîn karnavala werzîşê ya Efrînê li bajarê Silêmaniyê di bin sîwana Yaneya Topa Pê ya Efrînê li Diyasporayê, bi hevkariya Encumena Penaberên Rojava - Sûriye û Tora Werzîşê ya Efrînê tê lidarxistin.
Efrînî di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji Xelatê re got; Di vê kernevalê de, dê lîstineka dostane di navbera tîma Dilê Efrînê û Tîpa Kurdaxê de birêve diçe. Her weha hunermendê Efrînî yê naskirî kak (Selah Hecî ) û orgjen (Alan Alkî) jî wê beşdarî karnavalê bibin.
Di bare cih û dem û roja destpêkirinê de, Efrînî bi vê rengî li xwerê nîşankir;
Karnaval roja Înê ye.
Demjimêr; 3:00 est pê dike.
Cih û şûn; Yarîgeha Çarbax(Mesbeh) nêzîk yarîgeya mezin a Silêmaniyê.
Vexwendin ji bo hemûyan vekirî ye û em bi vê yekê kêfxweş in.
Xelat-Roşîn Serêkanî
