Stran Ebdulah: Cejna Qurbanê bi xweşî û pîrozî
Cejna qurbanê li gelê me, li nifşên nû yên kurdewarî tev keç û xortan pîroz be.
Pîrozbe li dayîkên şehîdan û li kesûkarên wan û bîranînên wan yên şêrîn.
Pîroz be li Pêşmergeyên qehreman, tevî yên dêrîn û teze û li hemû têkoşerên YNK`ê, bi taybetî Pêşmergeyên pênûsê û kaxezê û kîbordê û mîdyaya nû li ragihandina YNK`ê û hemû xebatkarên demokrasiyê û kurdayetiyê.
Cejna qurbanê pîroz be li hemû dostên gelê me û li hemû muslimanên Êraqê.
Pîrozê be cejna gerden azadî û aştî û pêkveyî û cejna jiyara baş û herzanî.
Pîroz be li me hemûyan bi hevre mayîna me bo xizmeta girseya gelê me û tevgera xwe ya rewa.
Stran Ebdulah
Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Hizêran 2023