Li Êlihê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî

Li Êlihê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî

Li bajarê Êlihê (Batmanê) ya bakûrê Kurdistanê pêşangeha pirtûkên Kurdî hate vekirin. Pêşangeh ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ve hat organîzekirin. 

Pêşangeha pirtûkên Kurdî wê heta 20'ê Cotmehê dewam bike her weha pêşangeh rastî eleqeyek mezin hatiye û xwînerên bi zimanê Kurdî zêdde bûne. Her weha 30 weşanxane beşdarî pêşangeha pirtûkên Kurdî bûn.

Her weha Şaredariya Êlihê ew pêşangeh diyarî helbestvanê kurd (Cegerxwîn) kirine ku di 22'yê Cotmeha 1984'an de jiyana xwe ji dest daye û di roja dawî de wê tevî hemû weşanxane û nivîskaran Cegerxwîn bi bîr bînin.

XELAT