Hunermendê Kurd Beytocan koça dawî kir

 Hunermendê Kurd Beytocan koça dawî kir

Hunermendê navdarê Kurd (Beytocan) di temenê 68 salî de, vê sibehê li bajarê Stokholmê paytexta Siwêdê koça dawî kir.

Hunermend "Beytocan" demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin. Beytocan di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşandin, her weha beriya jiyana xwe ji dest bide, di hevpeyvînekê de diyar kir ku di nava bê derfetiyê de wî karên xwe yên hunerê kiriye.

Beytocan sala 1955'an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di kodetaya sala 1980`ê hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn, lê belê di sala 1987'an hate berdan.

Beytocan sala 1990'î kaseta xwe ya destpêkê derxist, piştî salekê jî welat bi cî hîşt û koça welatê Siwêdê kir.

Beytocan di rêya têkoşînê xwe ya hunerî de gelek berdêl dan û kedek danî ser mîrateya hunera Kurdî. Bi navê (Sekoya Kurmancî) em sersaxiyê li malbat, heval û hogirên wî û li hezkiriyên wî dikin.

Sekoya Kurmancî