Sekoya Kurmancî pîrozbahî li sendîkeya rojnamevanan kir

Sekoya Kurmancî pîrozbahî li sendîkeya rojnamevanan kir

Bi helkefta 126`emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî, stafa Sekoya Kurmancî pîrozbahî li sekreterê sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê – şaxê Silêmaniyê kir.

Stafa Sekoya Kurmancî ku ji sernivîserê rojnameya Xelatê (Hozan Efrînî) û cîgirê wî (Dawûd Çîçek) pêkhatibûn, îro duşemê 22/4/2024 serdana baregeha sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê – şaxê Silêmaniyê kirin û ji aliyê sekreterê sendîkeyê mamosta (Karwan Enwer) ve hatine pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de mamosta Karwan Enwer bal kişand ser giringiya rojnameya Xelat ya bi Kurmancî û piştevanî û piştgîriya xwe ji bo pêşxistina rojnameyê da nîşandan.

Ji aliyê xwe ve Hozan Efrînî pesna hevkarî û alîkariya sekreterê sendîkeyê da ku berdewam piştevanê rojnamevanan bûye û berevanî li mafên wan kiriye.

XELAT