"Ronîdankirina Dîrokê" ji Rondikên Îmad Ehmed

"Ronîdankirina Dîrokê" ji Rondikên Îmad Ehmed

"Ronîdankirina Dîrokê" ji Rondikên Îmad Ehmed

Nivîskar û Rojnamevan: Merîwan Mesûd

Bîrewerî û biserhatî û boçûn û rastiyên dîrokî yên têkoşerê dêrîn û siyasiyê bi ezmûn û rewşenbîr (Îmad Ehmed) wek pirtûk hate çapkirin û belav kirin.

Di derbarê naveroka pirtûkê de cîgirê sernivîserê rojnameya (Kurdistanî Nwê) rojnamevan Merîwan Mesûd xwendinek jêre kiriye û di rupelên rojnameyê de belav kiriye û bi navûnîşan "Ronîdankirina Dîrokê ji Rondikên Îmad Ehmed" destpê dike.

Merîwan Mesûd di gotara xwe de weha nivîsiye, "Îmad Ehmed, weku têkoşerekî dêrîn û siyasiyekî bi ezmûn û rewşenbîr, di dema borî de çend bîrewerî û biserhat û boçûn û rastiyên dîrokî û stayîşa kesayetiya şoreşger û karîger di çarçoveya çend gotarên serbixwe de belav kiriye. Ku beşek ji wan di rojnameya Kurdistanî Nwê de hatine belav kirin, ji ber wê yekê vê carê bi kêfxweşî ve di çarçoveya pirtûkekê de bi navê (Ronîdankirina Dîrokê) hatiye çap û belav kirin".

Di derbara pirtûka Îmad Ehmed de Merîwan Mesûd diyar dike ku, pirtûk bi zincîre gotaran gelek rastiyên dîrokî hatine behskirin û qonaxeke giring ya jiyana xwe ya siyasî û civakî ya Kurdistanê ye.

Pirtûka Îmad Ehmed bi ser pênc beşan de hatiye dabeşkirin ku beşem yekem çend babetek û bîreweriyên serdema zaroktî û heya gencîtiyêye û piştre peywendiya wî bi şoreşê re û yekem dîdara wî li gel serok Mam Celal û kak Newşîrwan Mistefa li xwe digre.

Beşê duyemîn jî bi navê (Ez bi bîranînên we dijîm), beşê sêyem jî bi nave (Ew pizotên ku nabine xwelî) ku bîrewerî û pênûsa xwe ji bo mezinbûna çend siyasetmedar û hevalên xwe xistiye holê, beşê çaremîn jî çend pîreweriyên xwe anîne ziman ku di çend gotarên xwe yên serbixwe de nivîsîne, beşê pêncemîn jî bi navûnîşana (Jivanê Stêrkan)e ew jî komek bîranîn û rondikên kesên ezîzin li cem nivîskar.

Pirtûka (Ronîdankirina Dîrokê) ya Îmad Ehmed li bajarê Silêmaniyê hatiye çap kirin û belav kirin.

 

XELAT