Peywendiyên Kurdistanî pêşwazî li Encumena Penaberan kirin

Peywendiyên Kurdistanî pêşwazî li Encumena Penaberan kirin

Borda Peywendiyên Kurdistanî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeke Encumena Penberên Kurdên Rojava- Sûriye kirin.

Berpirsê Borda Peywendiyên Kurdistanî ya YNK`ê kak (Salar Serhed Xelîfe) li lapera xwe ya taybet ya torên civakî belav kiriye ku, roja 8/11/2023 li Borda Peywendiyên Kurdistanî ya YNK`ê pêşwazî li Encumena Penberên Kurdên Rojava- Sûriye kirine.

Her weha kak Salar Serhed Xelîfe spasiya xwe ji bo serdana encumena penaberên Kurdên Rojava -Sûriyê kiriye ji bo gîhandina peyama pîrozbahiyê bi boneya serkeftina kongireya pêncem ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê.

Ji aliyê xwe ve jî Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriyê belav kirine ku şanda wan bi serokatiya serokê encûmenê serdana borda peywendiyên Kurdistanî kirin û pîrozbahiya serkeftina kongira pêncem ya YNK`ê û erkê nû yê berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî kak Salar Serhed Xelîfe kirine.

Hêjayî gotinê ye ku şanda encumenê pêkhatibû ji Hozan Efrînî, Emşe Ebdula Dêrik, Roşîn Serêkanî û Serdar Elûş Kobanî.

XELAT