Berhemên Gelawêj Xanimê yên herî zêde hatin firotin

Berhemên Gelawêj Xanimê yên herî zêde hatin firotin

Berhemên Xanim Gelawêj di şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê de pirtûkên herî zêde hatin firotinê.

Prof. Dr. Jîno Ebdullah li ser malpera Gelawêj Xanimê got: Li ser daxwaza Navenda Çanda Rahand pirtûkên me yên Kurdî ji berhemên Gelawêj Xanimê, ku ji hejmarek pirtûkên bîranîn û roman, kurteçîrok û wêjeya zarokan weşandine xistine berdestê xwîneran, lê du roj beriya roja dawî ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê, hemû berhem ji aliyê xwendevan, xwendekar û nivîskaran ve hatine kirîn.

Her weha xwediyê Navenda Çanda Rehend Aram Sadiq wiha got: Pirtûkên Bîranînên Gelawêj Xanimê di nav pirtûkên herî zêde yên Navenda Rahand de hatine firotin û yên din jî bi başî hatine pêşwazîkirin.

XELAT/ Kurdistanî Nwê