Daxuyaniya civîna hevbeş ya YNK`ê û PDK`ê

Daxuyaniya civîna hevbeş ya YNK`ê û PDK`ê

Civîna herdu Mektebên Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Debaşan li bajarê Silêmaniyê hate encamdan. Herdu aliyan tekezî li ser parastina qewareya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên gelê Kurd kirine û cext li ser wê yekê jî kirine ku hemû şiyanên xwe bixin gerê jibo berevanîkirina li jiyar û jiyana welatiyên Herêmê û çareserkirina pirsgirêkên wan.

 Di civînê de herdu aliyan li ser pênc xalan lihev kirin ew jî evin:

1. Herdu alî piştevaniyê li encamdana hilbijartinên Perlemanê Kurdistanê dikin di ew dema ku Serokê Herêmê diyarî dike û piştî şêwra ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

2. Ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê Kurdistanê di hemû waran de pirsgirêk û cudahiyên biçûk bidin aliyekî û pêkve berê xwe bidin çareserkirina pirsgirêkên heyî.

3. Herdu aliyan biryar dan ku pêvajoya rêxistina hêzên Pêşmerge berdewam be.

4. Herdu aliyan biryar dan ku piştevaniyê li rêkeftinên kabîna nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

5. Ji bo zêdetir jihev nêzîk bûnê û serkeftina bi ser astengiyan herdu aliyan biryar dan bi rihekî Kurdistanî û nîştimanperwerî civînên xwe yên duqolî bidomînin bi hemahengî ligel hemû aliyên dine.

 Sekoya Kurmancî