Vegerandina termê Cemal Şarbajêrî li ser erkê Qubad Talebanî ye
Li ser erkê Qubad Talebanî merasîma vegerandina termê helbestvan Cemal Şarbajêrî bo bajarê Silêmaniyê tê kirin.
Wêjevan û helbestvanê Kurd "Camal Emîn Şarbajêrî" li gundê Waje li navçeya (Şarbajêr – Çwarta) ya parêzgeha Silêmaniyê di 16\10\1941`an ji dayîk bûye, destekî bilind yê helbestvan Cemal Şarbajêrî hebûye di pêşvebirina wêjeya Kurdî de û xwedanê bi sedan helbeste û çend dîwanekî wî hene û cihê destê wî diyare, zêdetir di helbestên xwe de xelk aşnayî xwazaya xweşik û bedew ya Kurdistanê kiriye bi taybetî devera Şarbajêr ku cihê ji dayîkbûna wî ye.
"Camal Emîn Şarbajêrî" yek ji damezrênerê desteya rewangehê li gel helbestvanê koçkirî Şêrko Bêkes û hevalên wî ye , di roja 10\7\2023 jiber nexweşiyê li bajarê Londonê paytexta Brîtanyayê jiyana xwe ji dest da.
Piştî bihîstina vê nûçeyê rêzdar Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr erkê vegerandina termê helbestvan û merasîma veşartinê û danîna taziyê girte stûyê xwe.
Sekoya Kurmancî