Bi vidyo.. Destgîrkirina hêjmareke koçberan bi awayekî hovane

Bi vidyo.. Destgîrkirina hêjmareke koçberan bi awayekî hovane

Serokê Dezgeha Lûtke (Arî Celal) ragihandiye, li girava Kos ya Yunanê çend koçberek ku hêjmara wan 14 kes dibin û zarok jî di nav de hene dema ku gihêştine giravê ji aliyê hêzên komandos yê Yunanê ve hatine girtin.

Arî Celal diyar jî dike ku, wê hêzê tund û tîjî li hemberî wan koçberan encamp dane û li wan xistine û dest û çavên wan girêdane wekî ku tawanek mezin kiribin.

Amaje bi wê yekê jî kiriye ku heya niha nasnameya wan koçberan nehatiye piştrast kirin, her weha wekî ku di dîmenan de diyare koçber daxwaza alîkariyê dikin lê belê kes bersiva wan nade.

Serokê Dezgeha Lûtke Arî Celal aniye ziman ku mameleyek dûrî mirovahiyê û yasayan li hemberî wan koçberan tê kirin û eve yekem car nîne ku mameleyên bi vî awayî xirab li gel koçberan tê kirin.