Merasîma nimayîşkirina filmê dokumêntarî (Nameyên Zindî)

Merasîma nimayîşkirina filmê dokumêntarî (Nameyên Zindî)

Di çarçoveya çalakiyên Mekteba Ragihandina YNK`ê yên ji bo 48`emîn salvegera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de merasîmek ya nimayîşkirina fîlma dokumêntarî bi navê (Nameyên Zindî) li gel Pêşmergeyê dêrîn û xebatkarê Kurd (Yusif Zozanî) li salona Kurdistanî Nwê hate lidarxistin.

Di vê barê de Nivîskar û Siyasetmedarê kurd ê dêrîn (Yusif Zozanî) ji malpera Sekoya Kurmancî re ragihand: Mirov nikare hertim hestên xwe derxîne û nîşan bide.

Ji nav xaniyê xwe de ya ku di dema ku hikûmeta Êraq li navçeya Daban bû de Zozanî got: Em wek Ragihandin li vir bûn li navçeya Bergelo û me dest bi avakirina xaniyê kir ji ber ku di destpêkê em di bin çadiran de bûn û got gelek bîranînên me li vê deverê hene, raste serkirdeyetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê şoreşê birêve dibir lê Ragihandin li vê deverê bû wek em dizanin ku rola wê di her Tevgerekê de çawa ye.

Got jî: Me ji vir raport û belavok wek bersiv ji daxuyaniyên hikûmetê re ji radyo û televezyonê re dinivisî û birêdikir, û got her beşek hundirê wê yê taybet hebûn wek endezyar û pêşkêşkar û lasilkî lê derbarê peyamên girîng de got bi riya nûçegihanan ji aliyên pêwendîdar re dihatin şandin.

Rêzdar (Yusif Zozanî) yek ji xebatkarên dêrîn ên Rojavayê Kurdistanê ye ku xelkê devera (Serê Kaniyê) ye û di salên dûr û dirêj de li nava refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê xebatkar û tekoşer û pêşmergeyekî dêrîne û bîner û şahîdekî zîndiye ya şoreşa nû ya Kurdistanê ye û hevalekî kevin û dêrîn yê rewanşad Serok Mam Celal e. Niha jî cîgirê serokê Saziya Serok Celal Talebanî ye.

Di merasîmê de Berpirsê Mekteba Ragihandinê Stran Ebdulah bi navê mekteba ragihandinê ya YNK`ê spasnameyek û rêzgirtin pêşkêşî rêzdar Yusif Zozanî kir.