Li Wanê Hefteya Seferberiyê ya Ewropayê destpê kir

Li Wanê Hefteya Seferberiyê ya Ewropayê destpê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Bakûrê Kurdistanê, "Hefteya Seferberiyê ya Ewropayê" bi gera bi biskilêtan da destpêkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin (Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan) û welatî beşdarî çalakiyê bûn. Hevşaredarên Wanê di çalakiyê de bal kişandin ser pirsgirêkên çûnûhatinê.

Neslîhan Şedal derbarê çalakiyê de axivî û got; “Armanca Hefteya Seferberiyê ya Ewropayê ew e ku ji bo pirsgirêkên çûnûhatinê yên li bajaran çareserî bê dayîn. Em armanc dikin ku vê pirsgirêkê bi veguhestina giştî, rêyên meşê û bisiklêtan çareser bikin.

Ji aliyê xwe ve hevşaredar Abdullah Zeydan jî diyar kir ku Hefteya Seferberiyê ya Ewropayê teşwîq dike ku bajarên ekolojîk, demokratîk û jiyanbartir bên avakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di vê pêvajoyê de armanc dike ku bajarekî hêşîntir, paqijtir û jiyanbar biafirîne.

XELAT/ Yuksekova Haber