Kurd û Doza Filistînê di Semînereke Dr. Serbest Nebî de
Borda hoşyarî bi hevbeşî digel Salona Kurdistanî Nwê roja 6/7/2024 semînereke hizrî – siyasî bi navnîşana (Kurd û Doza Filistînê, şîroveyekî rexnegirî) ji bo lêkoler û mamostayê zanîngeha Koyê Dr. Serbest Nebî li bajarê Silêmaikyê organîze kir.
Di semînerê de Dr. Serbest Nebî bi hûrgilî behsa helwêsta serkirde û partî û tevgerên Filistînî kir beramber bi doza gelê Kurd li demên bihurî û niha de kir.
Lêkolîner bi pêwîstbûna gotara siyasî ya Kurdistanî kir bi awayekî zanistiyane beramber bi doza Filistînê û got; Divê Kurd nekevin bin helwêsta sozdarî, belku divê bi lojîkî û siyasî li doza Filistînê û desthilata wê bê temaşekirin.
Bal kişand ser wê yekê jî ku di nava kurdan de bi dirêjahiya dîrokê take kesê ku bi awayekî zanistane siyaset dikir ew jî rewanşad Mam Celal bûye û piraniya serkirdeyên kurd şoreşger bûne.



XELAT
