Karkerekî ji Kobanê ji avahiyekê kete xwarê û jiyan ji dest da

Karkerekî ji Kobanê ji avahiyekê kete xwarê û jiyan ji dest da

Li bajarê Silêmaniyê karkerekî xelkê bajarê Kobanê ji avahiyekê ketiye xwarê û jiyana xwe jidest daye.

Li gorî zanyariyên ku Encûmena Penaberên Kurdên Rojava- Sûriye li ser rûpela xwe ya fermi belav kiriye ku, îro roja şemiyê 4/5/2024 karkerekî xelkê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di dema kar de ji qata 17`an ya avahiyekê de ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyê xwe Mistefa Kobanê ku penaberekî Rojavayê Kurdistanê ye ji malpera Xelatê re ragihand ku, ew karker bi navê (Ferîdon Mihemed)e temen 21 salî ye li projeya nîştecîbûnê ya Qeywan ji qata 17`an ve ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Ev jî diyar kir ku, Ferîdon Mihemed li kampa penaberan ya Erbetê nîştecî bû, her weha termî wî jî bo  Rojavayê Kurdistanêt ê şandin.

 

XELAT