Bîranîna Roja Parêznameya Dîrokî ya Serok Mam Celal

Bîranîna Roja Parêznameya Dîrokî ya Serok Mam Celal

20 sal bi ser roja parêznameya dîrokî ya mezin a rewanşad Serok Mam Celal ya ku di civata desteya rêvebir ya Êraqê re pêşkêş kiribû derbas dibe, ku têda bi belge nexşe û dukumênetên dîrokî ya Kurdistanîbûna Kerkûkê ji bo hemû aliyan piştrast kiribû.

Tê bîra mirov ku 20 sal berê û di axaftina xwe ya dîrokî de dema civata desteya rêvebir roja sêşemê 9/2/2004`an dicive, rewanşad serok Mam Celal Talabanî, ku wê demê endamê desteya rêvebir a civata rêvebir bû, banga vegerandina Kurd û Tirkmenên ku ji hêla rêjîma Sedam Hisên ve ji bajarê Kerkûkê hatibûn dersînorkirin û her weha daxwaza referandûmê ji bo destnîşankirina nasnameya wê kir.

Her weha rewanşad Serok Mam Celal bi belge û nexşeyan dupat kir ku bajarê Kerkûkê beşek ji herêma Kurdistanê ye, lê wî tekez kir ku ew di vê dema niha de doza girêdana wê bi herêmê re nake, lê bi rengek ku biratiya di navbera pêkhatên wê de biparêze û dadê li dîrok û mafên rewa yên Kurdan dike.

Rewanşad Serok Mam Celal di wê rojê de û di wê civînê de tekez kir li ser pêdivîbûna mafên gelê Kurdistanê di yasaya rêvebiriya dewletî de ya ku civata niha gotûbêj dike, dest bi pêşkêşkirina rastiyên hebûna gel li ser navê gelê Kurdistanê li çar welatan hatî dabeş kirin, ango Tirkiyê, ,Êraq, Îran û Sûriye, û wî got ku gelê Kurd di sala 1925 de bi biryara Komela Miletan bi dewleta Êraqê ve hate girêdan.

 

XELAT