Cureyên hinguv li Çiyayê Kurmênc- Efrînê

Cureyên hinguv li Çiyayê Kurmênc- Efrînê

Helbestvanê Kurd yê ji Çiyayê Kurmênc - Herêma Efrînê (Merwan Berekat) li kêleka nivisîna helbestan mêşên hinguv xwedî dike. 
Helbestvan Merwan Berekat li ser rupela xwe ya torên civakî faysbookê weha nivîsiye: "Sî û yek sal in ez hingan (mêşên hinguv) xudî dikim. Karekî pir baş û sûdar e. Li sala 2007an, hejmara qendîlên hingan li ba min gihîşt 512an. Li wê salê min 1470 k.g hinguv derxist.
Cureyên hinguv li Çiyayê Kurmênc- Efrînê:
1 - Hinguvê kulîlkên zehterê.
2 - Hinguvê kulîlkên gagewrikê.
3 - Hinguvê kulîlkên sîvanokê.
4 - Hinguvê kulîlkên stiriyê çaqrê.
5 - Hinguvê kulîlkên dîkanê/zilêriyê.
6 - Hinguvê kulîlkên dara enabê.
7 - Hinguvê kulîlkên kerbeşê.
8 - Hinguvê kulîlkên striyê xûnî.
9 - Hinguvê kulîlkên xuşîlê.
10 - Hinguvê kulîlkên dara silfato/kîniyayê.
11 - Hinguvê kulîlkên buharê.
12 - Hinguvê kulîlkên berveroyê/berberokê.
13 - Hinguvê kulîlkên nanhingê.
14 - Hinguvê kulîlkên lavlavkê.
15 - Hinguvê kulîlkên kizberê.
16 - Hinguvê kulîlkên giyayê girîzê ga/zimangayê.
17 - Hinguvê çiyayî. Ji hemû kulîlkên buharê ye.
18 - Hinguvê kulîlkên nefelê.
19 - Hinguvê kulîlkên reşreşkan.
20 - Hinguvê kulîlkên kunciyan.
21 - Hinguvê kulîlkên keberê.
22 - Hinguvê kulîlkên darên fêkiyan.
Li Çiyayê Kurmênc baştirîn cih ji bo çêreya hingan:
1 - Li demsala Buharê çiyayê Lêlûn.
2 - Li demsala Havînê deşta Robariyan çêreya xuşîlê lê pir e.
3 - Reco gundê Sorkê. Ji bo hinguvê kulîlkên dara enabê.
4 - Çiyayê Lêlûn li meha Hizêranê ji bo hinguvê kulîlkên stiriyan.
5 - Deşta Çûmê ji bo hinguvê kulîlkên darên fêkiyan.
XELAT