PUKMEDIA pîrozbahî li Xelata Kurmanca kir

PUKMEDIA pîrozbahî li Xelata Kurmanca kir

Bi armanca pîrozkirina rojnameya Xelat û malpera Xelatê, şandeke ji ajansa PUKMEDIA`yê bi serokatiya sernûserê PUKMEDIA`yê (Ata Kerîm) bi amadebûna rojnamevanê dêrîn li Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê mamoste Munîr Hewramî, serdana Xelata Kurmanca kirin û ji aliyê sernûserê Xelatê (Hozan Efrînî) ve bi germî hat pêşwazî kirin.

Her weha ew şanda mêvan ku pêkhatibû ji her yek (Ata Kerîm sernûser û Nazlî Remedan berpirsa beşa Kurmancî û Diyar Star, Mihemed Mecîd Eskerî û Oseme Ebu Bekir) ku destxweşî û pîrozbahiyên xwe û ajansa xwe pêşkêşî bi sernûserê Xelata Kurmanca kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, sernûserê Xelatê Hozan Efrînî spasiya şandeya ajansa PUKMEDIA`yê kir ku wê di demên pêş de bi hemahengî kar û xebatên kurmancî dirêjî pê bidin.

XELAT