Encumena Penaberan û Xelatê Masternameya Selah Hesen pîroz kir

Encumena Penaberan û Xelatê Masternameya Selah Hesen pîroz kir

Di 5/11/2025an de, li ser vexwendina fermî, şandeyek ji desteya Rêveber a Encumena penaberan a Kurd Rojava-Syria ku ji her yek li Hozan Efrînî û Dawûd Çîçek û xanim Roşîn Serêkanî pêkhatibûn li kolêja Rêveberî û Aboriyê ya Zanîngeha Silêmaniyê amade bû.

Piştî gotûbêjeke sê saetan û parastineke serkeftî, masternameya lêkolînvan Selah Hesen Baban bi teqdîreke mezin ji aliyê lîjneya profîsoran a zanîngeha Silêmaniyê ve hat qebûlkirin.

Ji aliyê xwe ve şanda encumena penaberan û stafa kovara Xelatê gurzê gulan pêşkêşî Mamosta Selah Hesen Baban kir û serkeftina wî pîroz kir.

Hêjayî gotinê ye ku Selah Hesen Baban demek dirêje bi awayekî cidî û serketî û bi helwesteke erênî di warê rojnamegeriyê de dixebite. Ew niha jî di kanalên Erebî yên Êraqê de bi hemû hewildanên xwe dixebite û helwestên wî gelekî erênî ne li hemberî gelê Kurd li Rojava û di hemû kenalên Êraqê û Herêma Kurdistanê de behsa mafê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dike.

Em wekî encumena penaberan û stafa Xelatê serkeftina Selah Hesen Baban pîroz dikin û serkeftinên mezintir jêre dixwazin.

Xelat