Çîrok û Strana Cemîlê Seyda
Nivîskar: Konê Reş
Ez û Bavê Şivan û Çîrok û Strana Cemîlê Seyda: Wek ku min gotiye, her ku bêhna min teng dibe û dixwazim bakî ji ber sere xwe berdim, berê xwe didim dostê xwe (Bavê Şivan), yê ku baş roj bi seydayê Cegerxwîn re derbas kirine û wek ferhenkeke Kurdî ye..
Ez û wî bi hev re dikevin dabaşa stran. çîrok û bûyerên kurdewariyê..
Îro, ji min re çîroka serhildana Cemîlê Seyda got: (Di sala 1936an an1937an de bû, dema ku Cemîlê Seyda û hevalên xwe, ji gundê Herem Reş/ Binxetê, oda Hisên Esaad karê xwe û derbasbûna Serxetê ji bo serhildanê dikirin, Hisênê Esaad jê re got: Tê van xortan bibe kû loo.. Barê hikûmeta Tirko giranê..?
Cemîlê Seyda lê vegerand: Ma bela ew rez û pezên me bixwin û em di nav vê trabêlkê de bin..!
Bavê Şivan pêde çû û navê van kesên ku bi Cemîlê Seyda rebûn ji min re got: Selahedînê Seydxan, Sedîq û Selîm ji maqûlên Heyderan, Emînê Onbaşî ji Stewrê, Onbaşî Litfî Çawîşê Licî yê ku xayin bû..
Û ev perçe ji strana wan ji min re got: (Axawo! Axawo.. Hevalekî xayin, îsal bi terawo.. Çend carî min ji te re negot; Pişta xwe nede Litfî Çawîş, xayine, çawîşê tirkawo.. Çavên wîna li siyasetê, aferimê, li hîlawo.. ).
Li Serxetê dema ku dikevin xewê de, Litfî Çawîş berê xwe dide mexfera Sînan û Seletê, têl û têlxiraf dane Sêrtê û ji Sêrtê dane Bedlîsê, ji Bedlîsê dane Diyarbekirê, ketiye destê Qolordiyê, dibê vaye 25 firar û mehkûmên binya xetê li neqeba Sinan û Seletê serê xwe danîne, ketine xewê..
Derba ewil berdane bejin û bala Cemîlê Seyda laşê wî ma li cê xewêyo..
Derba dîtirê berdane bejin û bala Emînê Onbaşiyê Stewrêyo, laşê wî gindirî neqeba Sînan û Seletê ser qarêwo.. Sedîq û Selîm girtin, berê wan dane Hezo mehkemêyo..
Xelat
