Konê Reş: Bêriya Qamişlo Dikim..

Konê Reş: Bêriya Qamişlo Dikim..

Nivîskarê navdarê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Konê Reş wêneyekî xwe li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye ku têde bi keser cixara xwe pêxistiye û kûr difikre… carekê berê xwe dide beriya Mêrdînê û carekê li bajarê Qamişlo dinêre û weha nivîsiye: "Ez li Qamişlo me û bêriya Qamişlo dikim.. Piştî êrîşên dûbare yên li ser bajarê Qamişlo, êdî hewesa min nema ku evîna xwe ya ji bo wê ji kesî re vebêjim... !"

Her weha di nivîseke din de rojên xwe ên berê tîne bîra xwe û behsa lîstikên qonaxa zaroktiyê ya serdemên berê dike û weha nivîsiye:

Lîska Zaroka: Xweş tê bîra min, di zaroktiyê de, me zarokên gund, piraniya çax û demê xwe li ser bênderan û li ber siya dîwaran derbas dikir..

Digel lîstik û yariyên ku me bi wan dilîst wek lîska: Çirê, Tûştê, Babûtan, Xara û Kaba..

me şert jî davêtin ber hev wek: Diçim serê carekî, dikutim bismarekî, deng dice hezarekî, çiye?..

Me qerfê xwe bi hev dikir..

Me derew li hev dikirin..

Me xeber ji hev re dida..

Em pev diçûn..

Li ser hev dixeyidîn û dawî em li hev dihatin..

A dinî rojê, wek ku tiştek nebûye, careke din me bi hev re dilîst..

Lîska Zaroka bû..

Û zêde nakim..

Wêne: Konê Reş sal 1974

 

XELAT