Na em ne wek hev in
Nivîskar û Helbestvan: Merwan Berekat
Na em ne wek hev in
Pirs xwenaskirina pêşîn bû
Pirs destpêka hişmendiyê bû
Pirs hişmendî bi xwe ye
Pirs felsefeya jiyanê ye
Pirs zanist e
Em kî ne?
Berî "biratiya gelan", berî "civaka demoqrat" û berî "biratiya olan" em Kurd in. Bi xefika biratiya derewîn em têra xwe hatine xapandin. Êdî bes e, em bibin pêkenoka dîrokê.
Vêca em sûrî ne!!! Gelo berî 1916an, em çi bûn? Aha, dibe ku hin bibêjin em osmanî bûn! Heger wisa ye, gelo Kurdistan li kû derê ye?
Destpêka her tiştî pirs e. Bersiv tunebe ew jî pirs e.
Me nav li zarokên xwe kirin Mihemed, Ehmed, Mistefa, Ebdilah, Sufyan, Özel, Özturk, Zêneb, Ayîşa û..... hwd, dîsa em kuştin û hîn şûrên wan "bira" ji ser stûyê me ranebûne. Çima?
Em azadiya xwe dixwezin, kuştina me rewa dikin. Em doza serbestiya welatê xwe dikin, kuştina me rewa dikin. Em doza zimanê xwe dikin, kuştina me rewa dikin. Em doza reng û dengê xwe dikin, kuştina me rewa dikin.
Çi ji me dixwezin? Divê bi darê zorê em wek wan bin! Vêca ya herî xirab ku em erê bikin. Çima?
Reng û dengê me
Rabûn û rûniştina me
Stran û semaya me
Ken û giriyê me
Cilûberg û şehkirina porê me
Xwerin û vexwerina me
Govend û beza me
Henek û lîstokên zarokên me
Şahî û şînên me
Sinc û mirovatiya me
Hemû tiştên me, ta zirzira kerên me û reyandina segên me û yên wan ne wek hev in.
XELAT
