Efsaneya Çiyayê Agirî
Nivîskar: Nîhat Gûltekin
Nêzîkî heft sal berê, Kurdnase navdar Celîle Celîl bi coşeke mezin bi min re li ser mijarekî axivî. Ez hîn jî heyecana wê bi bîr tînim û ew hîn jî di hişê min de teze ye. Wê ji min re got ku Yaşar Kemal nivîskarekî pir girîng û navdarê cîhanê ye. Bi kurtasî, wê dixwest ku Kurd berhemên Yaşar Kemal wergerînin. Min ev mijar li gelek cihan anîbû ziman, lê bê encam ma bû. Di demên dawî de, wergêr, nivîskar û hevalê min ê hêja Salih Kevirbirî wergerek pir girîng temam kir. Min wergera Salih carekê de xwend. Min ewqas kêfxweşî dijiya mîna ku baskên mirov hebin û bikaribe bifire. Mijara wê kitêbê bajarê min û çiyayê ku me serê wê sond dixwend bû. Ev kitêba kurt û girîng, hem nêzikiyekî çîroka şevê heye, hem jî giraniyeke efsaneyê. Nivîskar bi zimanekî sade lê balkêş çîroka civakê tîne ziman.
Wergere kitêbê Salih Kevirbirî bi salan e beşdarî xebatên çandî, hunerî û zimannasî yên Kurdî kiriye û hewldanên wî berdewam dikin. Vê wergerê ez gelek kêfxweş kirim. Bes, em dikevin serdemek kêfxweşiyek hîn mezintir. Ez hîn bûm ku wî du pirtûkên din ên Yaşar Kemal jî wergerandiye û di deh salên pêş de, ew ê berdewam bike ku berhemên Yaşar Kemal bîke Kurdî. Hebûna mirovên weha ji bo neteweyek girîng e. Ez ji hewldanek wusa ya dost û hevalê xwe Salih Kevirbirî şad, şanaz û bextewar im. Carna mirov hîs dike ku cîhan tev ya min e. Tu her xweşbî Salih can.
Ev werger xizmeta bîr û fikra netewiyê. Bîr û fıkra neteweyî, ji civakê çê dibe, civak çi qas dipije, çi qas hevgirtî dibe, çi qas xwenasîn û xwehisîn çêdibe bi wan va çêdibe. Wergera kekê Salih ez dibêm di nava cıvata me de; çi qas ciyê xwe bigire û di nava dîroka me da bê nasandinê û bi wê em xwedî heqê xwe derkevin, ew qas jî bi tevî wê fıkra netewî çê dibe. Ez carek din dil û can werger û nivîskar Salih Kevirbirî pîroz dikim û dibêjim em xwedî wergera kekê Salih xwedî derkevin, bixwînin û bidin xwendinê.
30.07.2025
Stenbol
XELAT
