"Guldanî Jin" bi merasîmekê hat nasandin
Roja duşemê 16/2/2026`an li bajarê Silêmaniyê bi merasîmekê û bi beşdariya hêjmarek mezin ji nivîskar û siyasetvan û rewşenbîr û jinên tekoşer û xebatkar û rojnamevanan pirtûka "Guldanî Jin" hate nasandin.
Pirtûka "Guldanî Jin" ku tekoşera dêrîn û siyasetvan Nermîn Osman bergê sêyemîn ê pirtûkê nivîsandiye, ku tê de nivîskar bi 26 jinên çalakvan ên di warên cuda de hevpeyvîn kiriye û her yek ji van jinan li ser jiyan, kar û çalakiyên xwe axivî ne.
Çîroka destpêkirina hevpeyvînan bi van jinan re destpêşxeriyek û projeyek ya Nermîn Osman bi xwe ye û ji hêla Enstîtuya (Narîn) a Lêkolîn û Weşanê ve hatiye çapkirin.
Yek ji taybetmendiyên pirtûkê ewe ku nivîskar bi xwe xwedî ezmûnek balkêşe di beşdarbûna tevgera jinan li Kurdistan û Êraqê, warên nivîsandin û rojnamegeriyê, têkoşîna jîngehê û bo demê yazdeh sal û nîvan li Herêma Kurdistanê û Bexdayê wezîra çendîn wezaret bûye.













Xelat/Foto: Hozan Efrînî û Bextiyar Elî
