Hunermend "Dez Denîz" mêvana Jiyana Kurmanca ye

Hunermend "Dez Denîz" mêvana Jiyana Kurmanca ye

Xeleka vê carê ya Bernama Jiyana Kurmanca ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin bi mêvandariya Hunermenda Kurd ya Bakûrê Kurdistanê Dez Denîz bû.

Hunermend (Dez Denîz) di destpêka bernameyê de anî ziman ku ew di temenê 10 saliya xwe de li gel malbata xwe koçberî welatên Ewropayê bûye.

Dez Denîz ew yek jî diyar kir ku dema dest bi mûzîkê û hunerê kiriye ew 17 salî bûye.  Her weha ji ber ku li bakûrê Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe bûye, ew li Ewropayê xwe fêrî zimanê Kurdî dike û dixwaze bi zimanê Kurmancî stranan bêje.

Ew yek jî diyar kir ku wê ji stayla Hîbhobê hez kiriye ji ber ku ew stayl serhildêre û wê jî jê hezkiriye û yekem jina Kurde ku ew stayl pêşkêş kiriye. 

XELAT