Li Silêmaniyê bi amadebûna BAN dîdara pêkvejiyana aştiyane birêveçû
Duh roja înê 5/9/2025 bi çavdêriya parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Abubekir 10emîn dîdara Projeya Neteweyî ya ji bo Diyalog û Jiyana Aştiyane li Êraqê li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.
Dîdar bi hemahengî li gel Bizava Aştiya Navxweyî BAN û bi amadebûna Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir, Parêzgara Helebçe (Nexşa Nasih), Serokê Saziya serok Celal Talebanî Balyoz Dr. Mihemed Sabir, dadwer Rizgar Mihemed Emîn, endamê desteya bilind a Banê li Silêmaniyê rojnamevan Hozan Efrînî û berpirsê BANê yê Silêmaniyê mamosta (Serbest Hewramî) birêveçû.
Her weha Nûnerên BANê yên Rojavayê Kurdistanê û ji kesayetiyên akademîk û siyasî û rewşenbîr ji hemû parêzgehên Êraqê û Herêma Kurdistanê beşdarî dîdarê bûn.
Parêzgeha Silêmaniyê wekî paytexta diyalog, lêbordeyî û pêkvejiyanê hate naskirin û parzêgarê Silêmaniyê û nûnerên navdar ên piştgiriya diyalog û jiyana hevbeş li Êraq û Herêma Kurdistanê bi merasîmekê hatin xelatkirin.
Di vê barê de, Endamê Desteya Bilind a BANê (Hozan Efrînî) dazanîn ku ewna wek Bizava Aştiya Navxweyî- Rojava duh roja Înê 2 çalakiyên cuda encamdan, yek ji wan serdana aramgeha rewanşad serok Mam Celal û ya duyemîn beşdarbûna li dîdara 10mîn a diyaloga nîştimanî Îraqî li Silêmaniyê bû.
Hozan Efrînî aşkire jî kir û got: Ewê wek BAN Rojava di kar û xebatên BANê de dirêjpêder bin ji ber ku BAN xwediyê projeyeke aştîxwazî û aramxwezî netewî kurdî li navçe û herêmê ye.
Hêjayî gotinê ye ku şanda BAN Rojava ku pêkhatibû ji van xatûn û rêzdaran; (Roşîn Serêkanî, Emşe Dêrik, Omer Êhmo, Elî Şahîn, Dawud Çîçek, Hozan Efrînî û Kawa Ednan).











XELAT
