Avakirina yekemîn dibîstana keçan li Silêmaniyê

Avakirina yekemîn dibîstana keçan li Silêmaniyê

Sala 1926`an di 21ê meha Nîsanê de cara yekem bû li bajarê Silêmaniyê navên keçan ji bo xwendina li dibîstanê hatin tomar kirin, eve jî di wê serdemê de wek şikandina nerêtî û adetan û guhertinên mezin bûn û gaveke pêşkeftî bû di bîrkirin û hizra xelkê vî bajarî de.

Dibîstana keçan ya bi navê (Dibîstana Silêmanî ya Keçan) li kêleka mizgefta mezin ya niha mizgefta (Ehmedê Şêx) ji aliyê helbestvan (Ehmed Beg kurê Fetah Beg)ê ve hate vekirin ku di heman demê de Wezîrê Darayî yê hikûmeta Şêx Mehmûd bûye.

Dibîstana Silêmanî ya Keçan yekemîn dibîstan bûye ku keçên Silêmaniyê berê xwe danê ji bo xwendinê, her weha (Guzîde Yamulkî) hevjîna (Ezîz Yamulkî) jî rêvebira dibîstanê bû.

"Guzîde Yamulkî" xelka Bakûrê Kurdistanê bûye ku ji bajarê Stenbolê hatibû Silêmaniyê, (Ezîz Yamulkî) ku kurê (Hacî Mistefa Paşayê Yamulkî) ye yek ji fermandarên mezin yên leşkerî yê artêşa Osmanî bûye, li Stenbolê "Guzîde" yê li xwe mar dike û ligel xwe aniye Silêmaniyê  û ew xwendewarî li wê fêr bûye, wate Guzîde, bûka (Mistefa Paşayê Yamulkî).

Her weha yekemîn keça Kurd ku di sala 1913`an de bûye mamosta li Silêmanî (Melîhexan Qazî) ye hevjîna (Ebdula Nûrî) bûye ku wane daye keçan li xaniyekî dar û ax de.

Hêjayî gotinê ye ku di niha de jî sektorê perwerdê û fêrkirinê li parêzgeha Silêmaniyê bi awayekî berbiçav bi pêşve çûye û niha birêvebir û mamostayên piraniya dibîstanên parêzgeha Silêmaniyê Jin in digel wê de jî rêjeya xwendewariyê li Silêmaniyê ji %99e û ya nexwendewariyê jî %1e ku eve jî encamekî başe ji bo pêşvebirina Herêma Kurdistanê, ji ber wê yekê jî Silêmaniyê ji destpêka damezrandina xwe de bajarê Rewşenbîrî û dahênan û pêgihandinê bûye.

Guzîde Yamulkî, Birêvebira dibîstana Keçan bûye

XELAT/ rûpela DGKradio