Jivanê Kewê – Dîroka Amûra Bizqê

Jivanê Kewê – Dîroka Amûra Bizqê

Hunermend Medenî Cemîl ragihand ku, Biziq amûreke ji malbata tembûrê ye û dîroka wê gelekî gelekî kevne ku di serdema împeratoriya Bîzansa de ji aliyê Bîzansiyan ve hatiye çêkirin.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê dîroka amûra Bizqê bûye bi mêvandariya hunermend (Medenî Cemîl).

Hunermend Medenî Cemîl, anî ziman ku piştî Bîzansiyan, Yunaniyan jî (bizq) bikaranîne û nîvê bizqê Bîzansan çêkirin û nîvê din jî ji aliyê Îtaliyan ve hatiye temam kirinê. Her weha dîroka wê vedigere bo 2000 salan berî zayînê û tembur ji bizqê kevintire û Ud jî piştî bizqê bi 5000 sal derketiye.

Her weha ew yek jî aşkira kir ku, wateya peyva bizqê ji Yunanî hatiye ku jêre gotine (bizukî) piştre jî Kurdan jî bikar aniye.

 

Ji bo temaşekirin û guhdarîkirina bernamê vê lînkê bitikîne….

 

XELAT