UNICEF'ê Roja Cîhanî Ya Ragihandina Mafên Zarokan Pîroz Kir
Îro 26/11/2024 li ser vexwandina fermî, şandek ji Desteya Rêvebirî ya Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye li gel nûnerê encûmenê li kampa Barîka bo penaberên Kurd ên Rojava – Sûriye, rêûresmek ji aliyê UNICEF ve bi hevkariya rêveberiya kampa Barîkeyê hat lidarxistin û hejmareke mezin ji rêveberên dibistanên penaberan li gel rêvebirê devera Erebat û rêveberê kampê bi hejmarek ji rêxistinên serbixwe û kesayetiyên civakî ku hejmarek ji dê û bavan di nav kampê de dimînin amade bûn.
Merasîm bi axaftina Xanim Sergol destpê kir. Di wê de behsa xebatên UNICEF, erk û çalakiyên ku xizmetê ji zarokên penaber re dikin da ku nifşekî ku di pêşerojê de bi bandor û erênî ku hikariyê li civakê bike, dike.
Her wiha bi riya sinivizyonê raporek ku çalakiya rêxistinê nîşan dide hate pêşkêşkirin. Her wiha hin çalakiyên zarokan hatin pêşkêşkirin, ji wan tabloyên derbirînê, lîstin û strandina stranên folklorî yên kurdî.
Di merasîmê de pêşandana cil û bergên Kurdî yên ji bo zarokan jî hate nîşandan.
Di dawiyê de hejmareke kesayetî diyarî û xelat pêşkêşî zarokan kirin û ji wan birêz Hozan Efrînî Serokê Encûmena Penaberên Kurdên Rojava bû.
XELAT




