Qanatê Kurdo Bû Mêvanê Salona Kurdistanî Nwê

Li salona Kurdistanî Nwê li baregeha borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna hêjmarek ji nivîskar û rojnamevan û kesayetiyên wêjeyî semînerek ji bo nasandin û belavkirina pirtûka profîsor (Qanatê Kurdo) ya nivîskar Dr. Cemşîd Heyderî hat lidar xistin.
Pêş destpêkirina semînerê deqeyek bo canê şehîdên kîmyabarana Helebçe û tevahiya şehîdên Kurdistanê hate rawestandin û piştre rojnamevan û cîgirê sernivîserê (Kurdistanî Nwê) mamosta Merîwan Mesûd pêşgotinek ji bo semînerê pêşkêş kir.
Dûvre nivîskarê pirtûkê (Dr. Cemşîd Heyderî) ku bi zaravayê Soranî pirtûkek li ser profîsor û zanyar (Qanatê Kurdo) weşandiye, behsa xebata profîsor û zanayê kurd (Qanatê Kurdo) kir derbarê zimanê Kurdî bi herdu zaravayên (Kurmancî – Soranî) û wêje û dîroka Kurdî ku bi xwe demek dirêj bi Qanatê Kurd re maye û pêkve xabat kirine.
Dr. Cemşîd Heyderî, amaje bi wê yekê jî kir ku, nivîskarê mezin Qanatê Kurd rolek mezin hebûye bi nasandina wêje û ziman û dîroka Kurdan bi civaka komarên sovyeta berê û Rûsya, her weha pêşxistina zimanê kurdî de.
Kurteyek ji jiyana Profîsor (Qanatê Kurdu - Kurdoyêv)
Dîrokzan û zimannas û nivîskarê kurd (Qanatê Kurdo) li gundê Sûsizê, navçeya Qersê ya bakûrê Kurdistanê sala 1909`an ji dayik bûye. Sala 1922an bi înisiyatîva nivîskarê êzîdî Ehmedê Mîrazî, ewledê gelê ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob Xazaryan) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên kurd dibistan vedibe. Di dibistanê de zaroka him dixwend, him hînî kar dibûn, him jî tê de radizan. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê. Tev Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kirin wisa jî zimannasê kurdî bi nav û deng, doktorê fîlologiyê Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama Riya Teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, mêr xwesê Yekîtiya Sovyêtê Semendê Siyabendov û gelekên din.
Sala 1928an komerkeziya Partiya Komûnîstên Ermenistanê bi pêşniyaza Erebê Şemo heşt xortên kurd dişînin Lenîngradê (Sankt Petersbûrg) ji bo xwendinê. Qanat di nav wan de bû. Berê ew di fakûlteya karkira ya Enstîtuya Zimanên Rojhilatê yên zêndî de dixwîne, paşê xwendina xwe li Zanîngeha Lenîngradê beşê ziman, dîrok û edebiyatê tê de pêşda dibe. Saya xebathizî û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinyayê yan N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêyman dikşîne ser xwe. Hê xwendkar ew dersê zimanê kurdî dide xwedkarên zanîngehê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.
Ji pey xwendina zanîngehê re ew aspîrantûra zanîngehê tê de xwendina xwe berdewan dike. Sala 1941ê bi babeta "Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdî da" têza doktorya xwe, ya ewlin xweyî dike. Piştî şer ew di înstîtût a rojhilatnasiyê de pirsên Kurd zaniyê yên cude cuda ve mijûl dibe, kûrsên zimanê kurdî de dersê dide.
Sala 1959an para rojhilatnasiyê ya Enstîtûya Lenîngiradê ya zanyariyê de koma Kurdnasiyê başqe dike. Ji pey salekê re Qanat dibe serokê wê komê. Heta dawya jiyana xwe jî wî ew karê kurdewariya pîroz bi serbilindî û hiskirin pêş de bir, li dû xwe bi sedan xebatên Kurdnasiyê yên bingehîn û giranbiha hişt, navê xwe bi herfê zêrîn di dilê gelê xwe de nivîsî.
Qanatê Kurdo, ji sedî zêdetir monografiya, pirtûk û gotarên zaniyarî li ser ziman, zargotin, dîroka kurdî weşand, ji 20î zêdetir kurdnas hazir kirine.
Di 31ê çiriya pêşîn a 1985an de li Lenîngradê zaniyarê mezin di 76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Jêder: Wîkîpediya
XELAT