Hevpeyvînek taybet li gel aktera jin a Kurd ji Gurcistanê `Înna xanim`

Hevpeyvînek taybet li gel aktera jin a Kurd ji Gurcistanê `Înna xanim`

Înna Xanim: Dixwazim Kurdistanê bibînim û serdana Lalişê bikim

 Lîstikvana fîlman û şanoger û wênekêş, jina Kurd a navdar "Înna Kerem Aloyêva Raşî" ji komara Gurcistanê dilê wê ji bo Kurdistanê lê dide û bi hesreta serdana Lalişa nuranî ye, her çiqas jiyana wan dûrî welat bûye lê hertim hesreta welat ji dilê wan derneketiye û ziman û kultur û çanda xwe parastine û zarokên xwe jî fêrî Kurdî kirine.

"Înna Kerem Aloyêva Raşî" di malbetek Êzdiyên ji bereka Reşan de sala 1977`an, li bajarê Tiblîsî ji dayîk bûye. Înna xanim ji Sekoya Kurmancî re aşkira dike ku ji zarokatiya xwe ve, ji hunera wênekêşiyê hez kiriye, piştî qedandina dibistanê ew ketiye Lîseya Hunerê ya Gurcistanê .

Înna dibêje ku ew û kurê xwe yekem car di filîma “Keçên Rojê” ya derhênerê Firansî de roleke sereke lîstine, wê demê kurê wê (Torin) 7 salî bûye. Fîlîm li ser karesata Şengalê bû, çîroka keç û xortên Êzidî ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin revandin. Hêjayî gotinê ye ku fîlma “Keçên Rojê” gelek xelatên navneteweyî wergirtin.

Piştî wê, Înna û kurê wê ji bo kişandina li fîlman ji aliyê gelek kompanya û saziyên filimsaziyê ve hatine vexwandinê, her weha di fîlmê Brîtanî ya bi navê "Fatima keça Muhamed”, di fîlmê Hindî "Saira”, di fîlmê Hollywoodê de “Forsaj-9”, ku yek ji beşên wê li Tiblîsê hatiye kişandin, di Fîlmê Îranî "Reva ji Îranê", di Filmê Gurcî " Hevalên jina min", di reklamên Ravi û Toto Casino lîstine û rolek baş dîtine.

Di heman demê de "Înna Kerem" ji zarokatiya xwe ve dest bi wenekêşiyê kiriye.Her weha di xebatên wê de nîşanên kurdî ye resen bala huner hezan dikşîne. Di nav berhemên Înna`yê de tabloyên ser babeta kurdî ciyê taybet girtine.

Di wê derbarê de Înna xan ji Sekoya Kurmancî re dibêje: "Ez ji zarokatiya xwe ve xêz dikim, ev genetîk e, keça xaltiya min hunermend e, ew hunermendê navdar (Dali Gvaramadze) ye û yekem car min di sala 2017an de bi kurê xwe re di fîlma Keçên Rojê de xewna min hatiye cih dema min dît ku kurê min di filmê de tê kişandin bi rola (Emîn), ez di beşan de li wir im, piştî vî fîlmî em hatin vexwendin ji bo kişandinê di fîlmên li ser asta Gurcistanê û cîhanê."

Înna weha pêda diçe: "Rast bêjim, min di gelek fîlman de wêneyên xwe kişand û wan dest bi tevgerê kir, belkî ev ji ezmûnê ye, min xewna xwe di filmê Galiwood "Fast and the Furious 9" de dît, li Hindistanê di filîma bi navê "Saira" de lîstim, her weha di fîlma Brîtanî de ya bi nave "Fatima keça Mihemed" jî min rol list her weha di reklaman de jî xebat kiriye, di gelek fîlmên Gurcî de. Pêvajoya kişandina fîlmê ewqas balkêş e, ku meriv pê mijûl dibe û nikare bêyî wê bijî".

Li ser pirseke "Sekoya Kurmancî" ku çawa kariye ferî ziman Kurdî bibin û zimanê xwe biparêzin, Înna xanimê got: "Li dibistanê xeleka me ya zimanê Kurdî hebû û rojên şemî û yekşeman em hînî reqsê (dîlanê) dibûm, navê mamosteyê min (Mûraz Şîrînovîç) bû, rizgarkirina zimanê me zehmet e ji ber ku ne dibistan û ne jî şanoyên me hene ku em zarokên xwe tê de hîn bikin, lê Ez hewl didim ku zarokên min zimanê me yê Kurdî yê şêrîn ji bîr nekin".

Înna xan bi dilekî xemgîn dibêje "mixabin ez neçûme Kurdistanê" û weha hêvî û xwestekên xwe tîne ziman, "Ez dixwazim welatê xwe Kurdistanê bibînim û serdana Lalişê bikim".

Piraniya kurdên Gurcistanê di sala 1918'an de ji ber zordestiya siyasî û olî bi giranî ji herêma Wan û Qersê yên Bakûrê Kurdistanê koçî Gurcistanê dikin. Her wiha, kurdên Gurcistanê di sala 1944'an de bûn goriya qirkirinên Stalin jî.

Jimara kurdên Gurcistanê di nava 1979 û 1989'an de bi sedî 30 meztir bû, lê bi serxwebûna komara Gurcistanê jimara wan daket. Kurdên Gurcistanê bi giranî li dora Tbilîsî paytexta Gurcistanê û Rustavi dijîn. Rewşa wan li gorî rewşa kurdên parçeyên Kurdistanê baştir e, ji ber ku ew rastî cûdabûna civakî, olî, aborî an jî siyasî nayên. Lewra ew xwediyê dibistan, pirtûkên perwerdehiyê û çapemeniya serbixwe ne jî. Ji ber perwerdehiya zikmakî alfabetîzm pir zû pêşket her weha hêjmarek nivîskar û hunermendên Kurd yên navdar jî li Gurcistanê hene.

Sekoya Kurmancî