Rona Egîd mêhvana bernama Jiyana Kurmanca ye

Rona Egîd mêhvana bernama Jiyana Kurmanca ye

Nivîskar û xwediya yekem pirtûkxaneya zarokan li rojavayê Kurdistanê bi zimanê Kurdî -zaravayê kurmancî - û di heman demê de stranbêja dengê xweş ji bajarê Qamişlo bû mêhvanê Jiyana Kurmanca.

Xeleka vê carê ya bernama Jiyana Kurmanca ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (DGK)ê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandinê û ji aliyê mamosta Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin bi mêvandariya nivîskar Rona Qadir Egîde ji bajarê Qamişlo ye.

Rona Qadir Egîd di destpêka bernamê de behsa jiyana xwe kir û rgot, ew xwediya yekemîn pirtûkxaneya kurdî ya zarokane li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo û niha di pola niha dixwîne jidayîkbûya bajarê Amûdê ye. Diyar jî kir ku di heman demê de ew stranan dibêje û li sazê dixe û kovara wê bi zimanê kurdî heye ji bo zarokan bi navê (Rona).

Rona da zanîn ku, kovara wê ji bo zarokên temen 8 salî û heya temen 13 salî de ye, ew li gel tîmekê wê kovarê amade dikin û çalakiyên zarokan, mamik û pêşbirk û çîrokan jî têde diweşînin.

Derbarê pirtûkxaneyê jî bi alîkariya bavê xwe bîra karekî weha kirine û xewna xwe bi cih aniye, her weha bi pirtûkxaneya xwe beşdarî pêşangehan pirtûkan bûye li Rojavayê Kurdistanê. Her weha gelek xelat ji bo kar û xebatên xwe wergirtine. 

 

XELAT