Bi Roşîn Re- Hunermend û Stranbêj Hisên Hîtmî

Bi Roşîn Re- Hunermend û Stranbêj Hisên Hîtmî

Hunermend û stranbêjê kurd (Hisên Hîtmî) ragihand, stranbêj û hunermendê jin yên Kurd taca serê mêrane jiber ku di şert û mercên dijwar de hunera kurdî pêşxistin.

Xeleka vê carê ya Bernama (Bi Roşîne Re) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku li bajarê Silêmaniyê tê weşandinê û ji aliyê mamosta (Roşîn Serêkanî) ve tê pêşkêş kirin digel hunermend û stranbêj (Hisên Hîtmî) ye ji Rojavayê Kurdistanê.

Hisên hîtmî, navê xwe (Hisên Elî Ebdulrehman)e û leqebê wî Hîtmî ye li gundê Çilaxa ya Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye sala 1955`an.

Hisên Hîtmî ragihand ku; sala 1977`an berê xwe daye Şamê û di heman salê de ew fêrî amêra mûzîkê (tembûrê) bûye dema ku xizmeta leşkeriya neçar ya hikûmeta Sûriyê dikir û piştî serbaziyê jî her li Şamê maye. Hisên Hîtmî piştî rûdanê li Sûriyê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û niha jî li bajarê Hewlêrê dijî wek bi hezaran koçberên kurd.

Hîtmî dibêje; Ji biçûkaniya xwe de min ji stranê hez dikir wê demê telefizyon nebûn ji radyoya beşê Kurdî yê Bexda guhdarî stranan dikir, her weha radyoya Êrîvanê, û bi riya wan radyoyan guhdarî stranan dikir û jiber xwe dikirin û distira. Got jî: Piştî çûyîna Şamê ez fêrî tembûrê bûm. Sala 1982`an dest bi stranan kir û yekem car ez derketim ser dîka ahenga Newrozê li Şamê.

Hisên Hîtmî pesna hunermendên jin yên Kurd dike û dibêje; Hunemendên jin gelek hebûn wek Meryem Xan ku rê vekir û piştî wê jî gelek hatin wek (Eyşa Şan, Gulbihar, Nesrîn Şêrwanî….. heta bi Gulistan Perwer) dengê jina kurd dengekî gelekî xweşe, jina kurd gelekî bi sebr û wêreke û piştevanê zilaman bûye di hemû waran de. 

XELAT