Ayala: Serok Mam Celal rolek giring di Sosyalîst Inetrnasyonal de hebû

Ayala: Serok Mam Celal rolek giring di Sosyalîst Inetrnasyonal de hebû

Îro roja Duşemê 12/9/2024 Sekrterê berê yê Rêxistina Sosyalîst Internasyonal (Luis Ayala) serdana mezara Serok Mam Celal kir û li wir ji aliyê serokê saziya serok Celal Talebanî  balyoz Dr. Mihemed Sabir û û Berpirsê Peywendiyên Derve yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dara Xêlanî û ofîsa sekreteriya Mam Celal hatin pêşwazîkirin.

Luis Ayala piştî danîna gurzek ji kulîlkan li ser mezarê Mam Celal, di nivîseke xwe di deftera bîranînê de amaje bi rola girîng a Serok Mam Celal di Rêxistina Sosyalîst Internasyonal de kir, ku tê de wek siyasetmedar û rêberê cîhanê gelek xebitî ji bo pêşxistina prensîbên sosyalîzm û demokrasiyê û kariye bi şiyanên xwe xizmeta Kurdistanê û Êraq û hemû cîhanê bike.

Luis Ayala tekez jî kir û got: Em van hemû xizmetan bi dilgermî bi bîr tînin û dîroka Serok Mam Celal û fedakariya wî ya ji bo mirovahiyê bilind dinirxînin.

XELAT