Mamostayê Mezin ya Hunera Mûzîka Kurdî... Enwer Qeredaxî

Mamostayê Mezin ya Hunera Mûzîka Kurdî... Enwer Qeredaxî

Eger mirov bixwaze behsa hunera mûzîka kurdî li başûrê Kurdistanê bike, divê yekser navê hunermend (Enwer Qeredaxî) bê ser ziman, ji ber ku xezîneyekî mezin û dewlemend ya hunerê ye û bi yek ji mamostayên mezin ên huner û mûzîka kurdî tê naskirin li başûrê Kurdistanê û her weha li her çar parçeyên kurdistanê jî tê naskirin.

Enwer Qeredaxî, damezrênerê tîpa mûzîkê ya bajarê Silêmaniyê û tîpa mûzîkê ya zanîngehê û tîpa mûzîkê ya şoreşê û çendîn tîp û navend û komên din ên mûzîkê bûye. Her weha damezrênerê peymangeha hunerên ciwan a kurd bûye li bajarê Silêmaniyê.

Enwer Qeredaxî, sala 1946`an li bajarê Helebçe ji malbateke oldar hatiye dunyayê, destpêka zarokatiya xwe li hucreyên feqîtiyê li mizgefta paşa xwendiye.

Qeredaxî, sala 1954`an tevî malbata xwe li Silêmaniyê nîştecih dibin û xwendina xwe ya seretayî li wir temam dike. Di wê serdemê de ji aliyê mamosta (Wilyam Yuhena) li dibîstana Feyseliye li bajarê Silêmaniyê ji bo koma sirûdê tê hilbijartin û li ser destê Wilyam Yuhena fêrî amêrên mûzîkê wek (Bilûr , Udê û Kemanê) dibe û serpereştiya hemû çalakiyên hunerî û mûzîkê ya dibîstanê kiriye. Her weha hemû sirûdên netewî bi note nivîsandiye û bi rêya çalakiyên dibîstanê li ser hemû dibîstanên Kurdistanê û Êraqê hatine belav kirinê.

Sala 1964`an tîpa mûzîkê ya (Komeleya Xweşî û Bextiyarî) û piştre jî tîpa (Hîwa) damezrandiye û dûvre sala 1967`an ew tîp bûye (tîpa mûzîkê ya Silêmaniyê).
sala 1973`an beşdarî di festîvala lawên cîhanê a li Berlînê kiriye û rolek mezin di nasandina kultura kurdî bi  cîhanê lîstiye . sala 1974`an pêwendiyê bi şoreşa Îlonê re dike û jiber wê ji zanîngehê tê durxistin û wî surgûnî bajarê Semawe ya başûrê Êraqê tê kirin.

Li wî bajarî jî nasekine û tîpa mûzîkê ya perwerdeya Semawe ava dike û di festîvala salane de 4 caran pileya yekem di çalakiyên zanîngehê de bidest dixe. Piştre dîsa vedigere zanîngeha Silêmaniyê û dibe berpirsê beşa mûzîkê. Piştî ku zanîngeha Silêmaniyê di sala 1981`an ji bo Hewlêrê tê veguhastin û ew li peymangeha Hunerê Ciwan a Silêmaniyê dibe mamostayê mûzîkê.

Her weha Enwer Qeredaxî yek ji endamên damezrênerê televizyona PUK bûye û rêvebirê hunerî bûye ta sala 2010`an û piştre bûye şêwirmendê hunerî li mekteba ragihandinê ya YNK`ê.

Qeredaxî çendîn parçeyên mûzîka kurdî û awaz ji bo stranbêjan daniye û hatine tomarkirin  her weha awaz ji bo piraniya hunermendên Kurdistanê daniye çi ji stran û sirûdên nîştimanî û olî û babetên zarokan û drama û hindek ji wan berheman jî bi dengê xwe gotiye.

Pênc taployên kovendê hene ku hindek ji wan li ser telefizyonên Kurdistanê ne û têde beşdarî dikin.

Damezrênerê (Orkestra Silêmanî) ye û rêvebirê wî komê bûye ji sala 2002 ta sala 2011`an.

Damezrênerê (Koma Kîjanî Silêmanî) ye ku di sala 2003`an hatiye damezrandinê.

Enwer Qeredaxî bi dehan xelatên di biwarê hunera Kurdî de wergirtine li ser astê Êraqê û Herêma Kurdistanê.

Tîpa Kîjanî Silêmanî

Tîpa Mûzîkê ya Silêmaniyê

 XELAT/ amadekirin: Dawud Çîçek