Li Silêmaniyê Monomênta Rojnamevanên Şehîd hat danîn

Li Silêmaniyê Monomênta Rojnamevanên Şehîd hat danîn

Bi amadebûna Cîgirê Serokwezîran (Qubad Talebanî) li parka azadî ya bajarê Silêmaniyê perde li ser monomênta rojnamevanê şehîd hate hildan.

Di vê derbarê de Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya torên civakî ragihandiye û gotiye: Rojnamevanên şehîd parêzerên heqîqetê bûn, ew palewanên rasteqîne yê me ne, ku ji bo gîhandina rastiyan bi gel cane xwe yê şêrîn feda kirin.

Diyar jî kir ku, di sala 2003`an de û heya niha 551 rojnamevan li Êraqê û Herêma Kurdistanê şehîd bûne, ku (Gulîstan Tara û Hêro Behadîn) nûtirîn şehîdên vê karwanê bûne û ji dil hêvîdarin ku ew şehîdên dawî yê vê karwanê bin.

Got jî: Ji bo rêzgirtin li bîranîna rojnamevanên şehîd û parastina mîratên wan û zindî hêştina hetaheta ya navên wan, monomênta parêzerên heqîqetê me li  nav parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê li kêleka sekoya azad me danî.

Parêzerên heqîqetê herdem bi nemirî dimînin û ewê ku ji bo bikujên wan dimîne, şermezarî û riswaya ebedî ye…

XELAT