Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûriyê kongra 16`mîn lidarxist

Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd  li Sûriyê kongra 16`mîn lidarxist

Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûriyê 16`mîn kongreya xwe li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê lidarxist.

Di derbarê kongireyê de endamê serokatiya 16`emîn kongira Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê mamosta (Elî Şemdîn) ji malpera Xelatê re ragihand: Îro roja duyemîn ya kongireya 16`emîn ya partiya me partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûriye birêve diçe, roja yekem merasîma vekirina kongirê bi amadebûna hêjmarek mezin ku zêdetir ji 600-700 kesayetiyên naskirî ên civakî û rewşenbîrî û siyasî ku di bin yek konî de kombûn, ew jî konê Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûriyê ye ku bi dirêjahiya 65 salan bûye komkerê tevahiya pêkhateyan.

Elî Şemdîn diyar jî kir ku, duh 8ê heyva12e kongirê ew xelk hemû komkirin û amadebûn ew jî nîşanek bû ku hîna partiya pêşvero çalake û dikare nûnertiya miletê Kurd bike. Her weha amadevnan jî piştgiriya xwe jibo kongreyê re nîşandan, bi rastî ew jî bû wek erkekî li ser pişta endamên kongirê ku bi berpirsyartî nîqaş û giftûgoyan bikin li ser raporta siyasî û peyrewê navxweyî.

Elî Şemdîn ew yek jî aşkira kir ku, îro 9-12-2023 roja duduyan jî li ser bernama siyasî gotûbêj hatin kirin û bi zorîneya dengan hate pesend kirin û pejirandin. Ji bo ev serkirdayetiya nû ku di dawiya kongirê de were hilbijartin karibe li ser dukumêntan û ser wan siyaset û peyrewan xebata xwe berdewam bikin, her weha karibe hêviyên gelê kurd ku ji serkirdayetiya vê partiyê û kadirên partiyê tên hêvî kirin cîbicî bikin. Her weha xebatekê jibo mafê gelê kurd bikin.

Mamosta Elî Şemdîn bal kişand ser rola giring ya ragihandinê  û got; Em hêvî dikin kenalên ragihandinê di dawiya kongireyê de jî peyama dawî ya kongirê û biryarên kongireyê jî bighînin xelkê û em hêvî dikin ku bi dilê wan be û cihê hêviya gel be û ew hêviya ku ji vê partiyê û xebtkarên wê dikin, ku karibin xebatekê ji bo mafê gelê kurd di Sûriyê de bikin.

XELAT