Koçberên Efrînê vedigerin warên xwe

Koçberên Efrînê vedigerin warên xwe

Îro roja duşemê 9/3/2026`an, piştî derbasbûna 8 salan ji koçberiya bi dara zorê, zêdertir ji 400 malbatên penaber û koçberên Efrînî vedigerin û berê xwe didin warên xwe.

Di wê barê de, Mihemed Hesen ku yekek ji koçberên Efrînê ye taybet ji kovara Xelatê re ragihand ku; îro bêhtir ji 400 malbatên Efrînî ku ji hemû çîn û tiwêjan pêkhatine, berê xwe dane herêma Efrînê.

Hesen eşkire kir ku ev 400 malbatên ku vedigerin herêma Efrînê, piraniya wan ji sê navçeyên (Cindirês, Mabata û Şiyê) yên girêdayî Efrînê ne.

Her weha ji aliyeke din ve jî, hunermendê Efrînî (Rêvan Îbrahîm) jî daxuyaniyek ji Xelatê re da û got; Koçberên Efrînê niha li bajarê Hesekê li navçeya Panoramayê ber bi herêma Efrînê birêketin.

Îbrahîm aşkire kir ku; êdî wê Kerwan li dû karwanan vegerin Efrînê, piştî lihevkirina bi Şamê re.

Wêne: Narîn Murşid

Xelat