Bangewaziya birîndarekî xelkê Efrînê li kampên Herêmê

Kêmendamekî birîndar yê Kurd ê xelkê Herêma Efrînê bi navê (Ehmed Mihemed Xelîl) ji herdû çavan de kûr bûye li ser rewşa xwe ya zehmet bang li rêxistinên mafên mirovan û xêrxwazan dike ku alîkariya wî bê kirin.

Ehmed Mihemed Xelîl ku bavê sê zarokane û niha li kampa Darşûkran ya ser bi parêzgeha Hewlêrê dimîne taybet bi rêya malpera Xelatê ya Kurmancî bi tomareke vîdyoyî behsa rewşa xwe dike û diyar dike ku ew ji gundê Gemrûkê ya navçeya Efrînê ye û di encama teqîna bombeyekê ew bi giranî birîndar bûye û ji herdû çavên xwe de kûr bûye.

Amaje bi wê yekê jî dike ku ew ji bo çareseriya tenduristî bo Herêma Kurdistanê hatiye veguhastinê. Her weha daxwaza alîkariyê ji xêrxwazan û rêxistinên mirovî dike ku ji bo tedawiyê wê bişînin welatên derve….

 

XELAT