Silêmanî: Pêşangehek taybet ji bo hunermenda Rojava hate vekirin

Silêmanî: Pêşangehek taybet ji bo hunermenda Rojava hate vekirin

Navenda 7 reng bi hevkariya beşê hunera şêwekariya Silêmaniyê, roja Çarşemê 28/8/2024, pêşangeheke taybet ji bo jina şêwekar a Rojavayê Kurdistanê Rojîn Hac Hisên vekir.

Pêşangeh li Hola mûzexaneya bajarê Silêmaniyê bi amadebûna hêjmarek ji şêwekaran û dezgehên ragihandinê hate vekirin.

Di pêşangehê de hunermend Rojîn Hac Hisên 24 tabloyên xwe bi endazeyên cûda nimayîş kirin û biryare heta roja şemiyê pêşangeh bidome.

XELAT