Alîkariya Şengaliyan gihîşt koçberên Efrînê
Duh roja duşemê 6-1-2025 çendîn kamyonên barhilgir ên alîkariya koçberên xelkên Efrîn û Şehbayê gihîştin herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê.
Di wê barê de, kenala Çira tv`yê amaje bi komkirina xelkê Şengalê û pêkhatên wê alîkarî û komek ji bo pêşkêşkirina bi koçberiyên Efrînê ku ji Şehbayê ber bi navçeyên Tebqa, Reqa, Kobanê, Amûdê, Hesekê û Qamîşloyê hatine û rewşa wan neliheve û pêwîstiyan wan bi alîkariyên zûh bi zûh hene.
Şandina vê alîkariya han, bû bi cihê dilgeşî û dilxweşiya xelkên Efrînê ku wek tê gotin xwîn nabe av. Ev ji aliyê xelkên Efrînê ve pir bi giranûbuha hate pêşwazî kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di roja 1-12-2024 komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî êrişî bo ser navçeya Şehbayê kirin û zêdetir ji 120 hezar koçberên Efrînî bo duyemîn car koçber bûn û rewşa wan gelek tevlîhevbû û niha jî pêwîstiya wan bi alîkariya locistî û menewî heye.
Xelat
