Amed; Jinên bê dahat bê pere li otobusan siwar dibin

Amed; Jinên bê dahat bê pere li otobusan siwar dibin

Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê bang li jinên dahata wan tune ye dike ku karta (Jin Jiyan Amed) ji xwe re derxînin û bê pere li otobusên şaredariyê siwar bibin.

Li gorî malpera Şaredariya Amedê ya bakûrê Kurdistanê serlêdanên ji bo (JIN KART'ê) ji bo jinên di navbera 18-64 salî de ku dahata wan nîne, dest pê kiriye.

Her weha li gorî daxuyaniya şaredariyê ew jinên karta wan a (Jin Jiyan Amed) heye dikarin her heyvê 90 carî bi belaş li otobusan siwar bibin, û 20% erzanî li ser dezgehên me yên civakî

Ev kampanya ji bo wan kesan e, ew kesên ku dahata wan nîne.

 

XELAT/ Malpera şaredariyê