Şoreşa Kezî hêza nerm a Kurdbûnê ye
Nivîskar: Kejal Ehmed

Ez veneşêrim ku dema min vîdyoya hovîtiya DAIŞên nû ya Sûriyeya nû li dijî neteweya me li Rojava dît, min ji bo saniyeyekê fikirî ku ez fikra hêza nerm bidim aliyekî, lê tiştê ku min sar kir ev bû ku xurtkirina vê fikra mirovî bingeha têkoşîna me ya li dijî neheqî, terorîzm û xudperestiya welatan e. Li seranserê cîhanê, ev şer di navbera tarîtî, tirsandin, aştî û parastinê de ye.
Ramanwer û nivîskarên her welatekî ji bo tiştên ku wan tune ne diqîrin, ji ber vê yekê hêza nerm berhema ramanwerên welatekî bi navê Amerîka ye ku êdî baweriya xwe bi tundûtûjî, neheqî û zivirandina pişta xwe ji hevalbendên xwe heye, ji bo berjewendiyên xwe û hevalbendên xwe yên nû yên xwînxwar.
Loma ne ecêb e ku em niha di serdemekê de dijîn ku zimanê dîplomasî û têkiliyên navneteweyî ji bo hilweşandina xewnên gelê pêncî milyonî, li şûna têgihîştina aştiyane, tê bikar anîn.
Bertekên herî bibandor ên li hember tiştê ku li ser Rojavayê welatê me hat kirin, `Şoreşa Kezî` û bi giştî xwepêşandanên Kurdan bûn, ji bo piştgiriya xelkê sivîl ê Rojava û hêzên şervanan ên dorpêçkirî.
Her du bertek jî bi her pîvanê nerm in û çalakiyên xwe bi armanca şiyarkirina wijdanên mirî yên welatên cîhanê didomînin. Efsanebûna hêza mirovan ev e ku ew pir berfireh dikeve nav civakan. Berxwedana `Kezî` yek ji çekên herî bibandor ên berxwedana dawî ya Kurdan e.
Sedema vê lerizîna ku ji hêla helbesta Kezî, Por û Çavikên Serêkan ve hatî afirandin, ji çanda kevnar a Kurd û bedewiya mîtolojiya Kurd çavkaniya xwe digre.
Di çanda Kurdewarî de tê gotin ku jinek ku dixwest ji bo jinek din nizayên xirab bike gotiye, "Bila porê te were qutkirin!", yan eger keçek ji meraq an jî xem û xeydana xwe xwestibe nizaya şer li xwe bike gotiye: "Ez ê porê xwe qut bikim!" Jinên Kurd bi zanebûn porê xwe qut kirine da ku li dijî zilmê protesto bikin, lê heke kesek dagirker be û dest bide porê jinên Kurd, wê hingê roja qiyametê rabûye û reaksiyonên wekî qusandina por an rihên hin mêrên Kurd bi dûv xwe de aniye.
Ji ber vê yekê, Kezî ji wateya ku porê jinan e derketiye û bûye rûmeta neteweya Kurd. Nexwasim dema ku ew Kezî, Kezîya şervanekê be ku ji bo şerefa Kurdbûnê şer kiriye be.
Ez hemû Keziyan maç dikim û ez bi hemû piştgiriya ji bo Rojava û doza Kurd serbilind im.
Xelat/ Kurdistanî Nwê
