Lêdan û ceza li ser axaftina kurdî
Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Sal 1964, ez 11-12 salî bûm.
Gorbihişt Hecî Sadiq ez birin erasa genim.
Cihê firotina genim meydaneke bi qederê 300 metre grover bû. Di nêvî de dikeke bi qederê 3-4 m2 û hinek bilind hebû.
Weha gote min:
“Gundiyan genimê xwe dihanîn virê û difirotin. Ji xwediyên genim kî bixwesta, diçû ser vê dikê û bi dengekî bilind bang dikir û behsa xweşiktiya genimê xwe dikir.
Ji ber ku axaftina bi Zimanê Kurdî hatibû qedexekirin, li hemû cihên giştî, du yan çar zevtiye digeriyan, da kes bi kurdî nepeyive.
Haya xwediyekî genim jê nebû ku axaftina kurdî qedexe ye, ewî li ser dikê bang kir û got:
. Ha werin genimê sore, ha werin…
Û du zevtiye çûn lê xistin û lê xistin… piştre jî barê genimê wî wek ceza jê stendin...”
Ez dîdevanê duyemîn im û Roja Qiyametê jî dê bibêjim. Eger dadgeheke adil avabibe jî, dîsa ez amade me ku vê wehşetê bêjim.
Rûdaneke weha li min bi xwe jî çêbûye:
. Sal 1981 yan 82 bû, ez li daîreya dewletê li ser maseya xwe rûniştî bûm û bi yekî re bi kurdî dipeyivîn. Qeymeqam Hayrullah Yildiz kete hindurê daîreya me û dema bihîzt ku em bi kurdî dipeyivin, hat li ber min sekinî û got: “Eşşekçe konuşma.”
Du polîsên ku li pey wî bûn, diranên xwe ji min re qîrçandin…
Piştre ez 8 car hatim girtin û 178 roj îşkenceyên sosret li min kirin.
Ez neh 9,5 sal li Nexweşxaneya Xaça Sor a Îskencedîtan tedawî bûm.
Serokê nexweşxaneyê gorbihişt Sten W. Jakobson gote min:
“Min bi hezaran kesên wek te tedawî kirine. Lê kesî behsa hewqas metodên îşkenceyan nekiriye ku lê hatine kirin. TIB jî qebûl nake ku kesek hewqas îşkence lê bibe û ji mirinê rizgar bibe. Hikmet çi ye?...”
Zimanê kurdî jî ayeteke Xwedê ye. Dema min ew ayet xwend, gote min: “Bi zimanê keran nepeyive…”
Xwedayê mezin li Kurdan û li Kurdî were rehmê.
03/ 03/ 2025
XELAT
