Jina li dervayî axa welatê xwe û ziman…!
Nivîskar: Aynur Aras
Zimanê zikmakî / ziman û mak.
Mak wekî tê zanîn, ya ku zaroka xwe, dimêjîne, dihejîne, xwedî dike heta ew zarok, bi xwe li ser nigê xwe disekine…!
Em bên ser meseleya xwe ya esasî, mabesta min a ku min di quncikê xwe de metna xwe parve dikir.
Projeyên ku min her li ser jiyanîgeriya jin û qîzên kurdan ên li diyaspora dikir, raçevê xwe bikim.
Lê sala îsal ji bilî Swêdê, ez pir di nav kurdên welatê Ewropa ên din de geriyam, dîsa di nav ên metropolên Tirkiyeyê û kurdên li ser axa welêtê xwe de geriyam.
Min xulek bi xulek, bihust bi bihust tevger, rabûn û runiştandin û axaftina rojane analîz dikir.
Û min helandina zimanê zikmakî ê çendî roj, ji rojê kambaxtir didît..!
Lewra jî, min pêwîstî dît da ez nivîsa xwe ya vê carê, li ser gelemperî kurdan û zêdetir jî balê bikişînim ser jinê û zarokê.
Ez her roj, ji roja berê bêhtirîn diêşiyam, ji ber gava di nav xelkekî de oto asîmîlasyonê dest pê kir.
Emrê ziman, çand, dîrok û kultura wî xelkî, roj bi rojê ber bi sekeratê ve rê digire, di nav heyamekî kin de palîatîv dibe û dimre.
Dema ew nirxên destnîşankirî mirin, ew xelk bi fîzîkî li dinê ye, lê êdî dibe malê xelkê serdest ê li ser wê erdnîgariyê.
Bi mafê ku ez bi xwe jin im, lewra jî ezê bêtirs û bê sansur, nêrînên xwe, metirsînên xwe û metna xwe li ser jinê û ziman lêkim.
Bêguman berpirsiyarî têkoşîn para bavê ye jî, dibê dê û bav bi rengekî kolektîvî û zanyarî, hezkirina ziman û kultura xwe, di piçûkatiya temenê zarokê de biçînin.
Lê mînanî min di serî de jî lêkiribû, ziman dayik bi xwe ye. Dêya ku bi zaroka xwe re zimanê xwe neaxive, ew dê bi zanîn an bi nezanî, xizmetê ji xelkê serdest re dike.
Dêya ku bi hêviya serbilindiya zaroka xwe ya ji bo xelkê xwe be, dibê bi zimanê xwe ve zaroka xwe mezin bike.
Di aliyê dinê de, ziman sîleha herî mezin e, ger ku meriv di nav xelkê xwe de bi hêviya rêz û hezkirinê û zarşiriniya zimanê, wî zimanî xwedî dike ku rêz û hezkirin bê girtin.
Di nava kurdan de jî, mînanî temamê xelkê li rû dinê, nêrînên hizb û partî yên cur bi cur hene.
Mînak em bêjin kurdên li Bakurê welêt, ên di nav AKP’ê de, ên di nav CHP û MHP, her wisa gelek partiyên din de hene.
Lê wekî şahdeya dem û jiyana xwe ya rojane, kesên li hember, bi gotinên halane, pesna AKP û MHP dayî.
Meriv bi zimanê zikmakî û gotinên maqulî wê/wî kesî şermezar bike.
Ew li hemberî wî zimanê merivê zikmakî ê ku gotinên mînanî libên ênciyan ji nava lêvan diherike, li ser çar niga zîq û tewşo mewşo dibe.
Lewra jî…dibêm xelkê bi zimanê xwe zaroka/ê xwe mezin neke, xelkê ku bi zimanê xwe şoreşa xwe meke, xelkê ku bi zimanê xwe nejî..!
Bila qet dewa tu tiştekî meke…ji zarokê mezintir jî..ziman maka welatan e, kesî dîtiye û bîna ye ku çi hikumetên hîn welatan bi zimanên welatên xerîb dewleta xwe bi rê birine…?
Ziman…rêzgirtina li hemberî şexsiyetên xwe zaneye û mifteya tevahiya kilîtan e…!
Uppsala 2024 / 11 / 02
XELAT/Diyarname